
Aştî ne tenê dikare, lê gere hebe. Nêherandina min ev e, bawerî û baweriya min ev e. Lê ji bo ku ev bive, lazim e ku civaka navneteweyî jî hinek nuansan gere bizam be û fêm bike ka çima pêşkeftin bi lezek pêjda naçe.
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Euronewsê re ev tişt gotîe.
“Ez dikarim ji civîna me ya beriya dawî ya li Brûsêlê dest pê bikim, hema ku bi jem Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Şarl Mîşl, me bi Serokomarê Azerbeycanê re li hev kir, em gihîştin rêkeftinekê ku Ermenistan û Azerbaycan di vê pirsê de axa hevdu nas bikin, ya Ermenîstanê 29.800 metre çargoşe û ye Azerbeycanê 86.600 metre çargoşe, piştî wê Şarl Mîşl daxuyaniyeke ser vê pirsî da, piştî wê rojnamevanên ermenî li ij min pirsîn, min bi eşkere ew gilî piştrast kir. Lê heta niha serokê Azerbaycanê bi eşkere ev rêkeftin piştrast nekiriye. Rast e, înkar jî nekir. Ev nazikiyek e ku kêmasiyek zêde ya pêbaweriyê diafirîne, “- wî gotîe.
Bi gotina Paşînyan qaylbûnek heye ku di pê mekanîzmê navneteweyî de di navbera Baku û Stêpanakêrtê de derbarê maf û ewlehiya Ermeniyên Qerebaxê de diyalog bê kirinê.
“Ew diyalog jî heta niha çênebûye. Lê divê em bi berdewamî bixebitin. Kesî soz neda ku pêkanîna aştiyê wê hêsan be. Ger hêsan bûya, dê aştî demek berê ava bibûya.” wî zêde kirîe.