PoliticsTop

Komara Ermenîstanê dikare piştgiriyê bide Rûsyayê, ger xetera qetina bin cezayan tune be: Paşînyan

Ermenîstan, ku endamê RPEK e, amade ye ku alîkariya Rûsyayê ya ku di bin cezayan rojavayî de ye, bike, heya ku xetera ku ji bo Ermenîstanê jî bikeve bin cezayan derkeve holê. Serokwezire Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa “France-Presse” re, amaje bi wan weşanan kir, ku li hember cezayan rojavayî, Komara Ermenîstanê bûye ji nû ve hinardekarê sereke yê otomobîlan bo Rûsyayê.

Paşînyan teqez kir ku rayedarên Komara Ermenîstanê hem bi nûnerê taybet ê YE û hem jî bi nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di mijara cezayan de bi tevahî hevkariyê dikin.

“Em jî di vê mijarê de zelal in. Em endamê Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ne, Rûsya şirîkê me yê sereke yê bazirganiyê ye, û ji rojên ewil ve me fêm kir ku cezayên welatên rojavayî li dijî Rûsyayê sepandin wê bibe sedema hin pirsgirêkan, me jî fêm kir ku Rûsya wê hin hêviyên xwe ji me hebe, ku di vê hawîrdora aborî ya dijwar de alîkariya wan bikin, bi qasî ku em dikarin alîkariyê bikin:” Paşînyan ragihand.

Wî da zanîn, ku rojava jî hêvî dike, ku Komara Ermenîstanê piştgirîya wan bike ji bo domandina rejîma cezayan.

“Dema ku em bi hevkarên xwe yên Rûsî re axivîn, me got, ku em hêviyên wan fam dikin û em amade ne, ku bendewariya wan bi cih bînin, lê ne heya wê gavê ku metirsiyek li ser Ermenîstanê hebe, ku bikeve bin cezayan, ji ber ku heke dewletek bêdawî wekî Rûsyayê dikaribe bikeve bin cezayan, wê demê Ermenîstan, nemaze di vê hawîrdora leşkerî û siyasî de, nikare tiştekî wiha bipejirîne. Me ev glî ji Rojava re jî got:” Serokwezîrê Komara Ermenîstanê tekez kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button