
12,2 km beşa rêya M-2 ya Êrîvan-Yêrasx-Gorîs-Mêxrî ku li ser axa Komela Araratê ye bi temamî hatîe tezekirinê. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsîe.
“Ji bo projeyê 1 milyar û 192,5 milyon dolar ji butçeya dewletê hatîe daînê. Li Eyaleta Araratê di navbera salên 2018-2022an da bi tevahî 94 kîlomêtro rê bi temamî hatîe tezekirinê. Di sala 2023an da tê plankirin ku 52 kîlomêtro rê bi temamî bên tezekirinê.”







