SocietyTop

Li sê bajarên Japonyayê wê navendên Tumo bên avakirin

Alîkarê Serokê Giştî yê Meclîsa Neteweyî Hakob Arşakyan li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê ragihand, ku wê li sê bajarên Japonyayê navendên Tûmo bên avakirin û encamên lihevkirinên, ku di 27-29ê Îlona 2022an de di serdana wî ya Japonyayê de pêk hatin, eşkere kir.

“Me bi Taro Konoyê, Wezîrê Dijîtalîzasyona Japonyayê re li hev kir, ku em li Japonyayê navenda TUMO yê ava bikin.

Birêveberê pêşkeftina Tumoyê Bekor Papazyan û Cîgirê Waliyê Gunma Keîçî Uruga ji bo vekirina navend û sindoqên TUMO yê li bajarên Maebaşî, Takasakî û Kusatsu yên Japonyayê peymanek îmze kirin.:” Arşakyan nivîsî.

Tumo ezmûnek perwerdehiya belaş e, ku tê de ciwan riya xwe ya perwerdehiyê diyar dikin. Bernameya perwerdehiyê ya Tumoyê ji qonaxên xwendina xweser, qurs û atolyeyan di 14 beşên hunerî û teknolojiyê de pêk tê.

Niha navendên Tumoyê li Êrîvan, Dîlîjan, Gyumrî û Stepanakertê hene û nozdeh sindoqên Tumoyê jî pê ve girêdayî ne.

Li derveyî Ermenîstanê, li Parîs, Beyrût, Moskova, Tîrana, Berlîn, Zurîh, Mannheîm, Coîmbra, Kîyev û Lyonê navend hene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button