Êrîvanê bi 20 emîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya bi navê “Zerdela Zêrîn”, ku îsal wê di navbera 9-16’ê Tîrmehê de pêk were, wê veguhere cejna fîlman.
Festîvala “Zerdela Zêrîn” 20 salî ye. Her wiha îsal 100 saliya fîlmên Ermenî derbas dibe û festîval wê girîngiyeke taybet bide van her du salvegeran.
Festîvala “Zerdela Zêrîn” bi piştgiriya Wezareta Perwerde,Çand û Sportê ya Komara Ermenîstanê tê derbaskirin. Şaredariya Êrîvanê sponsorê sereke yê îsal e.
Li gorî kevneşopiya, ku hatiye avakirin di festîvala Êrîvanê ya “Zerdela Zêrîn” de, wê pêşbazya fîlmên ji welatên cuda bên pêşkêşkirin, û li bernameya “Promiyera Êrîvanê” de wê fîlmên ji festîvalên fîlman ên bi prestîj (Cannes, Berlîn, Venedîk…) bên nîşan dan. Kesayetên sînemaya cîhanê wê bên Ermenîstanê, wê ezmûn û hunera xwe pêşkêşî temaşevanan bikin.
Merasîma vekirinê wê 9’ê Tîrmehê li kompleksa konseran u sportê ya bi navê Karên Demîrçyan pêk vere. Çalakiyên sereke yên festîvalê wê li Mala Kînoya Êrîvanê û kîno “Moskow”ê bên derbaskirin. Vekirina cejnê de wê bi fîlma derhêner Cessîka Wûdworth “Luca” (Belçîka, Îtalya, Hollanda, Bulgaristan, Ermenîstan), ku promiyera wê di festîvala Rotterdamê de hat nîşandan, bê ragihandin. Lîstikvan Samvel Tadevosyan ligel Gêraldîne Çaplîn di fîlmê de yek ji rolên sereke lîst.
Di dawiya festîvalê de fîlma “Salname” ya derhênerê Kanadî-Ermenî Atom Egoyan, ku ji nû ve hatye reng dan , wê were nîşandan. Di
“Zerdela Zêrîn” de ji 20 zêdetir fîlmên ermenî yên di kategoriyên curbecur de wê werin nîşandan, ku piraniya wan bi piştgiriya Navenda Fîlman a Neteweyî ya Ermenîstanê hatine çêkirin. Ji bo 100 saliya sînemaya Ermenîstanê jî wê bernameyeke taybet bê pêşkêşkirin.
Platforma perwerdehî û hilberînê ya festîvala fîlman Gaiff Pro, ku wê wek her car di rojên festîvalê de bê derbaskirin, wê cara ewil ne tenê fîlmên dirêj, di heman demê de fîlmen kurt jî piştgirî bike.