PoliticsTop

Mîrzoyan û Bayramov li ser çend xalên peymanê li hev kirin

Di 27-29ê Hezîranê de Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov li Navenda Perwerdehiya Karên Derve ya Neteweyî ya Corc Şultz a li Virginiayê hevdîtinek dualî pêk anîn. Wezîrên Derve li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blînken û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Serokê Amerîka Jake Sallîvan re civiyan.

Wezîr û tîmên wan li ser pêşnûmeya peymana dualî ya “Damezrandina Aşitiyê û Têkiliyên Navdewletî” pêşketinên xwe dewam kirin. Wan li ser çend xalên din ên reşnivîsa rêkeftinê li hev kirin û pêşkeftin di têgihîştina hevdu de tomar kirin, di heman demê de bal kişandin, ku helwestên li ser çend mijarên sereke hewcedarê karekî zêdetir in.

Herdu wezîran spasiya xwe ji aliyê Amerîkî re ji bo mazûvaniya danûstandinên di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de anîn ziman û pabendbûna xwe ya berdewamkirina gotûbêjan nîşan dan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button