Bi gotina Nîkol Paşînyan, di şerê 44 rojî de, Ermenîstanê serxwebûna Qerebaxê nas nekirîe, çimkî wê wedê 9ê çirîa paşin jî wê nikarbûna şer bidana seknandinê.
Paşînyan ev tişt li Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê gotîe.
Parlamêntar Vahagn Alêksanyan pirs kir çima di şerê 44 rojî de serxwebûna Qerebaxê nas nekirin, serokwezîrê Ermenistanê bersiv da. “Ji ber sedemeke pir hêsan, çimkî 9’ê çirîa paşin emê bê çar bimana û şer nikarbûna bidana seknandinê.