PoliticsTop

Ombudsmanê Azerbaycanê wekî amûrek siyaseta dij-ermenî ye

Ombudsmana Azerbaycanê Sabîna Alîyeva di destê rayedarên Bakûyê de bûye amûra propagandaya dijî Ermenîstanê.

Vê carê talîmata wî hat dayîn, ku raporeke taybet “li ser tevlêbûna zarokên ermenî di siyaseta nefreta li hember Azeriyan” de amade bike û ji saziyên navneteweyî re bişîne.

“Rapora, ku bi Azerbaycanî û Îngîlîzî hatiye amadekirin, rastiyên bikaranîna zarokan wek amûr di polîtîkaya nefretê, ya ku Ermenîstanê li dijî Azerbaycanê bi salan dimeşîne, tevlîkirina zarokan di operasyonên leşkerî yên di dema pevçûnan de û di şerê duyemîn ê Qerebaxê de, weşandina wan rastiyan di medyaya girseyî û çavkaniyên din de , tîne ziman:” peyamê de tê gotin.

Em bînin bîra xwe, ku bi salan e di nav zarokên Azerbeycanê de behsa nefreta li hember Ermenîyan tê kirin. Vîdyoya propagandaya dijî Ermenîstanê ya di nav zarokên Azerbaycanê de, ku bû sedema hêrseke mezin, ji aliyê bikarhênerên azerî yên torên civakî ve hate weşandin.

Rojnamevana Azerbaycanê Şahla Sultanova destnîşan kir, ku li Azerbaycanê ji biçûkatiya xwe de kîn û nefreta li hemberî Ermeniyan li zarokan tê çandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button