PoliticsTop

Divê Azerbaycan li ser Korîdora Laçînê ti kontrol neke: Paşînyan

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya 4-5ê Gulanê ya Komara Çek de ji televîzyona CNN primanews re hevpeyvînek kir.

Kurtenivîs hevpeyvîna serokwezîrê Komara Ermenîstanê li jêr tê pêşkêş kirin.

CNN primanews – Diyar e ku pirsgirêka sereke ya Ermenîstanê îro rewşa Qerebaxê ye. Nêzîkî 120,000 Ermenî niha li Qerebaxê mane. Ew girêdayî korîdora bejayî ya ku ji hêla leşkerên rûsî ve tê kontrol kirin. Îcar rewşa aborî, însanî û ewlekarî ya xelkê li Qerebaxê çi ye?

Nîkol Paşînyan – Hûn dizanin, ku Azerbaycanê ji Kanûna Pêşina par ve bi awayekî neqanûnî Korîdora Laçînê girtiye. Çima em dibêjin neqanûnî, ji ber ku li gorî daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşinê Korîdora Laçîn ji bo girêdana Ermenîên Qerebaxê bi Komara Ermenîstanê re hatye çêkirin. Û li gor daxuyaniya sê alî, divê Azerbaycan ti kontrolê li ser wê korîdorê neke. Her wiha korîdor ne tenê rê ye, di heman demê de herêmek ewlehiyê ya 5 km fireh e. Ji ber vê yekê astengkirin neqanûnî ye.

Di encama dorpêçê de krîzeke mirovî li Qerebaxê derketiye holê, ji ber ku, yekem, ji mafê çûn û hatinê bêpar in, ya duyemîn jî, peydakirina erzaq û pêdiviyên bingehîn ji aliyê hêzên aştiyê û Xaça Sor ve, tê astengkirin. Û encama vê yekê jî ew e ku mirov tenê bi kuponên ku ji aliyê hikûmeta Qerebaxê ve hatine derxistin, dikarin ji dikanan tiştan bikirin, da ku stokên xwarinê werin birêvebirin.

Birîna gaza xwezayî û elektrîkê li Qerebaxê ji Kanûna par ve berdewam e û niha gaza xwezayî û elektrîkê ji Qerebaxê re nayê dayîn. Encama herî girîng a vê yekê di mehên zivistanê de ew bû, ku hemû zarokxanî, dibistan û saziyên xwendina bilind hatin girtin û nêzîkî 30 hezar zarok û xwendekar ji mafê xwendinê bêpar man. Helbet bi germbûna demsalan re zarokxanî, dibistan û zanîngeh ji niha ve hatine vekirin û prosesa perwerdeyê jî hatiye vegerandin.

Rewşa girîng a din a, ku divê di vê wateyê de were destnîşankirin ev e: Jixwe di Sibata 2023an de, Dadgeha Navdewletî ya Dadweriyê bi biryareke demkî, Azerbaycanê mecbûr kiribû, ku Korîdora Laçînê veke, da ku tevgera welatiyan û kelûpelan bi rêya Korîdora Laçînê re misoger bike. Azerbaycanê ne tenê pêbendî pêdawîstiyên wê biryarê nebû, ku ji aliyê qanûnî ve girêdayî ye, ji ber ku Dadgeha Navdewletî ya Dadwerî bilindtirîn dadgeha navdewletî ye, belku berî niha bi deh rojan, bi awayekî ne yasayî xaleke kantrolê li korîdora Laçînê ava kiribû. Ev yek ne tenê binpêkirina daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an e, herwiha binpêkirina biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ye jî.

Niha çima Azerbaycan van tiştan dike? Nirxn û baweriya me ev e, ku ev ne kiryarên tecrît in, lê amadekariyên ji bo paqijkirina etnîkî li Qerebaxê ne, dema mijar tê paqijiya etnîkî, li gorî Azerbaycanê divê ermenî qet li Qerebaxê nejîn.

CNN primanews – Ji destpêka salên 90î ve Ermenistan ji aliyê ewlehiyê ve gelekî girêdayî Rûsyayê ye, li Ermenîstanê baregeheke we ya leşkerî ya Rûsyayê heye, çekên we yên rûsî hene, hûn herdu jî endamên Rêxistina Peymana Ewlekariyê ne. Pirsek dualî heye: gelo ew tevgerek jîr bû? û ji hêla din ve vebijarkên we yên din hebûn?

Nîkol Paşînyan – Di bingeh de îro em di rewşekê de ne, ku di derbarê xebatên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de hinek bêhêvîbûn heye, ji ber ku RPEK mekanîzmaya sereke ye ku Komara Ermenîstanê pê ewlekariya xwe misoger dike. Lê di dema êrîşên, ku Azerbaycanê di Gulan û Çiriya Paşin 2021ê de, di Îlona 2022an de kir, berteka ne guncaw a RPEK, berî her tiştî di nav gelê Ermenîstanê de bû sedema dilgiraniyekê, ji ber ku hindek bawerî hebû, ku Peymana Ewlekariya Kolektîf mekanîzmayeke ewlekarî ya pêbawer e.

Lê ev yek pêk nehat û ev yek jî bû sedem ku me li ser çend belgeyên bingehîn di civîna lûtkeya RPEK ya Êrîvanê de mumkun nedîtin. Lê ez dixwazim, ku em ji aliyê din ve jî li meselê binerin, ji ber ku ev yek ji bo rêxistinê jî zirarê , ji ber ku bi rastî di vê heyama, ku min behs kir de bi Ermenîstanê re qewimî, berî her tiştî êrîşî îtîbara RPEK dike. Bi gotineke din, ev yek wê ji bo rêxistinê bixwe jî hin encamên wê hebin.

CNN primanews – Ez difikirim ku di tevahiya şer de, û di lûtkeya Êrîvanê ya Çiriya Paşina borî de, dema ku we red kir, ku belgeyê îmze bikin, û birêz Lukashenko matmayî bû, û birêz Putin eşkere hêrs bû, min wî ew qas hêrs hê nedîtibû û wî bi hêrs çû.

Nîkol Paşînyan – Ev rewşên kar in û piştî bûyera ku we behs kir, xwarina nîvro ya xebatê hat derbaskirin û me li ser rewşa niha û çawaniya derbaskirina rewşê di atmosferek aram û rêzgirtina dualî de gotûbêj kir.

CNN primanews – Têkiliya we ya kesane bi Vladîmîr Putîn re çawa ye? Ew wek kesek pir sar, hema bê hest xuya dike. Têkiliya we ya xebatê bi wî re heye, an têkiliya we ya şexsî heye an na, an ew jî meseleya du dewletan e?


Nîkol Paşînyan – Bi giştî divê ez bibêjim ku bandorên, ku li ser ekranan têne dîtin, bandorên jiyana rast, tevliheviyên ku em dijîn û heyamên dijwar ên ku em tê de ne, bi rastî qatên cûda ne. Û erê, pêwendiya me bi Serokê Federasyona Rûsyayê re pir xurt bû û berdewam dike.


Di vê mehê de herî kêm 2 caran em ê hev bibînin. Û divê ez bibêjim ku ew hem têkiliyeke şexsî ye, hem jî têkiliyeke siyasî û hem jî têkiliyeke xebatê ye. Tiştekî din jî ew e ku, bi taybetî niha em zêde gotûbêj nakin, yan jî em bi zehmetî behsa mijarên, ku ne girêdayî rojeva peywendiyên me yên dualî û ajandaya me ya herêmî ne, nakin. Ez ê tiştekî rast ji we re bibêjim: li Ermenîstanê pir pir problem hene ku barê herêmê berfireh û parçeyên cîhanê hilgire ser milê xwe. Mixabin xemên me ji têra xwe zêdetir in û di peywendiyên me yên ligel Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Rûsyayê de, em hewla çareserkirina kêşeyên rojeva xwe didin, ku wek hûn jî dibînin, mixabin her dem bi ser nakeve.

CNN primanews – Helwesta Ermenîstanê di derbarê şerê Ukraynayê, êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de çi ye, ji ber ku ji aliyekê ve hûn hevalbendê Rûsyayê ne, ji aliyê din ve em dibin şahidê kiryarên gelek nebaş ên Federasyona Rûsyayê li Ukraynayê.

Nîkol Paşînyan – We got em hevalbendê Rûsyayê ne. Bê guman, ev yek carî bi dengek bilind nehat gotin, lê ez difikirim, ku ew xuya ye. Di şerê bi Ukraynayê re em hevalbendê Rûsyayê ne. Û hesta me ya ji wî şerî, ji wê pevçûnê, xemgîniyek e, ji ber ku ew rasterast bandorê li hemî têkiliyên me dike.

Li Rojava ferq dikin, ku em hevalbendê Rûsyayê ne, hîn bêhtir ew dihesibînin, dibînin, li Rûsyayê jî dibînin ku em di şerê Ukraynayê de ne hevalbendê wan in û derdikeve holê, ku em di vê rewşê de ne hevalbendê tu kesî ne, yanî em bêhêz in. Ji ber ku, ji bilî vê, dixuye ku di nav van hemî pevçûnan de vebijarkek heye ku meriv xwe dûr bixe, lê rast jî ev e ku rewş her ku tevlihevtir bibe, îhtîmala dûrketinê jî tengtir dibe. Em ji wê dûr nakevin ji ber ku di derbarê rewşê de nêrînên me nînin, lê em ji ber tiştê ku min demek berê got, ji ber ku ku xemên me, mixabin, ji wan zêdetir in ku em bêtir di çareserkirina xemên din de beşdar bibin.

CNN primanews – Ermenîstan di rewşeke siyasî ya pir dijwar de ye. Cînarên we yê mezin Tirkiye ye, Rûsya hêzeke din a mezin a herêmî ye, Îran jî heye, û Yekîtiya Ewropî pir dûr xuya dike, lê Yekîtiya Ewropî çawa dikare bi awayekî realîst alîkariya çareserkirina pirsgirêka aloz a Ermenîstan, Qerebaxa Çiya bike? Bi rastî vebijarkên me hene, di destên me de ti lev hene?

Nîkol Paşînyan- Binêrin, hûn dibêjin em di rewşeke jeopolîtîk a dijwar de ne. Ya rastî em ne di rewşeke jeopolîtîk a dijwar de ne, em di rewşeke erdnîgarî de ne.

Yanî tevliheviya me ne ji jeopolîtîkê ye, tevliheviya me ji erdnîgariyê ye, ji ber ku siyaseta dinyayê çawa biguhere, erdnîgariya me nayê guhertin. Û ji bo wê yekê jî, me ev nêrîna siyasî ji gelê xwe re pêşkêşî kir, ku armanca sereke ya siyaseta me ya derve, berî her tiştî bi cînarên me yên nêzîk re, têkiliyên asayî be. Bi qasî ku ev yek jî zehmet e ku meriv lê guhdarî bike jî, ji ber ku dîrokê bi xwe re ew qas tevlihevî, ewqas bagajên neyînî bi xwe re aniye.

CNN primanews – Di encama Şoreşa Qedîfe ya li Ermenîstanê de ku Şoreşa Qedîfe ya 1989’an tîne bîra hemû Çekiyan, hûn hatin ser desthilatdariyê. Piştî du salan hûn ji destpêka salên 90’î û vir ve rastî dijwariya herî mezin a gelê Ermenî hatin. We hêvî dikir ku hûn bi dijwariyek weha re rû bi rû bimînin?

Nîkol Paşînyan – Ez dikarim bibêjim ku ez difikirim, ku ew hevpeyvîn hate weşandin, bêguman beriya şoreşê bû. Carekê ji min hat pirsîn, ku siyasetmedarê te yê îdeal kî ye, min navê du kesan dan, heke bîra min rast be, divê min bigota Nelson Mandela û Vaslav Havel. Û bi rastî dema şoreşa, ku me pêk anî, ew mînaka Çekoslovakyayê, helbet her tim di hişê min de û li ber çavên min bû. Ma min dikaribû texmîn bikira, erê, min dikaribû texmîn bikira, lê ji hêla din ve, min nedikarî texmîn bikim, ku ew bi rastî ne tenê pirsgirêkek e, lê di eslê xwe de, di vê rewşê de, xefikek jeopolîtîke.

Helbet , ez pir li ser difikirim û helbet pirsan ji xwe dikim û divê ez rasterast bibêjim, ku min hêj bersiva hemî pirsan xwe nedîtiye. Texmînkirin, helbet, mirov dikare hertim texmîn bike, lê helbet, mirov bi xwezaya xwe geşbîn e . Bi awayekî xwezayî, piştî wergirtina posta serokwezîriyê ez her ku hîn dizanibûm, ew qas xweşbînî kêm dibû.

CNN primanews – Birêz Serokwezîr, spas ji bo dema we û di karê we yê dijwar de serkeftinê dixwazim.

Nîkol Paşînyan – Ez spasdar im.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button