PoliticsTop

Li Azerbaycanê li şûna 33 girtyan 80 girtiyên me hene: Sahakyan

Parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî, ku li Ermenîstanê û li derveyî Ermenîstanê kar dikin, saziyên lêkolînê yên Ermenîstanê, zêdetir bûyerên girtinê tomar kirine û eşkere kirine, ji yên, ku bi fermî ji hêla Azerbeycanê ve hatine ragihandin . Di civîneke çapemeniyê de de Seroka Navenda Hiqûqa Berawirdî, nûnerê berjewendiyên girtiyên Ermenî li DMME’yê parêzer Sîranûş Sahakyan rapora taybet a nû ya, ku bi hevparê Parêzvanê Mafên Mirovanê yê berê Arman Tatoyan re hatiye amadekirin, pêşkêş kir.

“Diviyabû çavkaniyên Ermenî, ne Azerî, weke çavkanî bê bikaranîn. 33 jimara fermî ye, lê me li ser 80 dozên din axivî. Herwiha derbarê wan 80 dozan de jî agahî dane saziyên navneteweyî. Bi gotineke din, ev ji bo me ne hejmareke razber e, lê ji her dozê re ravekirinek zelal heye, ku dikare were verast kirin:” Sîranûş Sahakyan tekez kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button