PoliticsTop

Belçîka wê li Ermenîstanê balyozxaneyekê veke

Wezîrê Derve yê Belçîkayê Haca Lahbîb vekirina balyozxaneya Belçîkayê li Ermenîstanê ragihand. Lahbîb her wiha diyar kir, ku Belçîka dixwaze beşdarî mîsyona çavdêriya Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê bibe.

Lahbîb da zanîn, ku Belçîka hebûna xwe ya li Kafkasyayê wê li Ermenîstanê jî misoger bike. Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê diyar kir, ku heta niha Belçîkayê bi rêya balyozxaneya welatê xwe ya li Moskowayê bi Ermenîstanê re kar kiriye, di heman demê de geşedanên jeopolîtîk pêwîstî bi şopandina rewşa li qadê heye.

“Belçîka bi tevayî piştgirî dide hewildanên Ewropî yên ji bo pêvajoya aştiyê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, bi taybetî bi riya mîsyona çavdêriya sivîl a Yekîtiya Ewropî li Ermenîstanê, ku Belçîka dixwaze tê de beşdar bibe. Welatê me jî girîngiyeke mezin dide aramî û cîrantiya li Başûrê Kafkasyayê. Vekirina nûnertiya me ya dîplomatîk a li Êrîvanê, li gel balyozxaneya me ya li Bakûyê, ku ji niha ve kar dike, ji vê dîtinê derdikeve:” Wezîrê Derve yê Belçîkayê ragihand.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button