All NewsTop

Di navbera Qerebax û Azerbaycanê de wê pevçûneke nû derkeve. Thomas de Waal

Dema ku di navbera Qerebax û Azerbaycanê de pevçûnek nû dest pê bike, dibe ku Rojava pir dereng şiyar bibe û ez pêşbînî dikim ku ev nakokî dê rû bide. Lêkolînerê sereke yê Weqfa Karnêgîê û pisporê kêşeya Qerebaxê Tomas de Waal di gotûbêja 25ê Nîsanê de ev tişt gotîe.

Li gorî nirxandina wî, hebûna hêzên aştîparêz ên Rûsî rewşê disekine, lê sala 2025 dê bibe xala zivirînê, nayê zanîn hevsengiya hêzan dê çawa be. Wî bi xemgînî da zanîn ku hindik kes bala xwe didin rewşa derdora Karabaxê. Li gorî nirxandina wî, ev nîv sal e ku formata Ewropî naxebite.

Thomas de Waal diyar kir ku di mehên dawî de rewş xerabtir bûye. Ew damezrandina xala kontrolê wek gaveke din a ber bi şerekî nû bi nav dike û heta wê demê Azerbeycan taktîkan bikar tîne da ku Qerebaxê bifetisîne û rastî cîbicîkirina bendên daxuyaniya 9ê çirîa paşin 2020an nayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button