All NewsTop

Peyama Serokê Amerîkayê Jo Bîdên bi boneya Roja Qirkirina Ermeniyan

Serokê Amerîkayê Jo Bîdeên bi wesîleya Roja Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyek da. Qesra Spî ya Amerîkayê derbarê vê yekê de agahdar dike.

Em îro ji bo bîranîna canên di Qirkirina Ermeniyan a Mezin de hatine windakirin rawestin û soza xwe ya ku em ê tu carî ji bîr nekin dubare dikin. Em li gel welatên cîhanê vê dîroka bi êş bi bîr tînin, berxwedan û îradeya gelê Ermenî jî teqdîr dikin. Gelek ji yên rizgarbûyî neçar bûn ku li welatên nû, di nav wan de Dewletên Yekbûyî, dest bi jiyanek nû bikin.

  Werin em ji nû ve xwe bidin ser ziman ku li dijî nefretê dengê xwe bilind bikin, mafên mirovan biparêzin û pêşî li hovîtiyê bigirin. Werin em bi hev re hewildanên xwe ji bo avakirina pêşerojeke baştir ku tê de hemû mirov bikarin bi rûmet, ewlekarî û rêzdarî bijîn du qat bikin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button