All NewsTop

Serokwezîrê Ermenîstanê cejna civaka Êzidîa pîroz kirîe

Nîkol Paşînyan bi helkefta Cejna Çarşema Sor ji civaka Êzidî ya Komara Ermenîstanê re peyameke pîrozbahiyê şand.

“Nûnerên hêja yên civaka Êzdiyên Ermenîstanê, bi helkefta hatina sersala Çarşema Sor li we pîroz dikim.

Civaka Êzdiyên Ermenîstanê bi ked, dilsoziya xwe ya sivîl û bi xîreta xwe ya ji bo kevneşopiyên neteweyî hurmeta hemû welatiyên Komara Ermenîstanê û saziyên dewletê girtiye. Hikûmeta Ermenîstanê di warê perwerde, çand û zimanê netewî, parastina kevneşopî û mijarên din de piştgirîya civaka Êzidî dike û dê piştgirîya xwe bidomîne.

hevalên hêja,

Ez bawer im ku nifşên we yên paşerojê jî dê dilsozê hişmendiya medenî û kevneşopiyên neteweyî bin, paleta pirçandî ya Komara Ermenistanê dewlemend bikin.

Bi helkefta hatina cejna Çarşema Sor careke din pîrozbahiyê li hemû welatiyên welatê me û bi taybetî ji bo civaka Êzdiyên Ermenistanê dikim ku sala bê bibe saleke aram û berhemdar ji bo amadekirin û pêkanîna bernameyên nû û bi bandor. “

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button