PoliticsTop

Rûs ê, ku ji aliyê Rûsyayê ve ji bo terikandinê dihat xwestin, serbest hat berdan

Serdozgeriya Komara Ermenîstanê ragihand, ku zilamê Rûs ê 23 salî, ku ji aliyê Rûsyayê ve ji bo terikandinê dihat xwestin, paşî çend saetan serbest hat berdan û diyar kir, ku eger hincetên têr yên radestkirinê hebin, mijara radestkirina wî bo Rûsyayê dikare were nîqaşkirin.

Polîsên Ermenîstanê der barê Rûs ê, ku li Êrîvanê de hatiye girtin de agahî dan û diyar kirin ku ev keşf ji însiyatîfa lêpirsînê û dozgeriyê re hatiye ragihandin. Lê belê ne diyar e ku ciwanê 23 salî seferber e yan jî leşkerekî asayî ye.

“Di navbera Ermenistan û Rûsyayê de ji bo radestkirina sûcdaran, eger bi mijarên siyasî re têkildar nebin, peyman hene. Lê bi wateyekê em niha hemû penaberên siyasî ne, ji ber ku em hemû di encama rewşa siyasî ya Rûsyayê de li Ermenîstanê bi dawî bûn.”

Nûçegihanê “Novaya Gazeta” yê Ewropayê Îan Şenkman ev salek e li Ermenîstanê dijî. Redaksiyona rojnameyê êrîşa Vladîmîr Pûtîn a li ser Ukraynayê rexne kir, piştî wê jî dadgeha Moskowayê lîsansa “Novaya Gazeta” ji Îlona borî ve betal kir û bi awayekî bandor li Rûsyayê weşana wê qedexe kir. Şenkman dibêje, rast e li Ermenîstanê zextek li ser rûsan nayê kirin, lê tirseke mezin heye, ku rojekê bibe. Di sala borî de, rojnamevan berê xwe da Ermenîstanê , ku gelek nûnerên hêzên taybet ên rûsî jî hene, ku li pey Rûsan in.” rojnamevan dibêje.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button