PoliticsTop

Ermenistan di mijara RPEK de futbolê nalîze: Sargîs Xandanyan

Em fûtbolê nalîzin, em behsa ewlekariya Ermenîstanê dikin. Serokê Lijneya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Neteweyê, Parlamenterê fraksiyona “Peymana Sivîl” ya desthilatdar Sargîs Xandanyan di 11’ê Nîsanê de bi rojnamevanan re axivî.

Wî destnîşan kir ku pêwîstî bi nêzîkatiyên berfireh heye, Pirsgirêka derbaskirina topê ji hev re nîne û dûbare kir, ku divê RPEK bersivê bide êrişên li dijî Ermenîstanê.

Parlamentar ewlekariya Ermenîstanê ya pêşîn bi nav kir. “Em ne eleqedar in ku di şert û mercên aloziya jeopolîtîk de Ermenîstan bibe qada pevçûnan.”

Em bi bîr bînin, ku di destpêka meha Nîsanê de, nûnera fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova, li ser îhtimala şandina çavdêrên RPEK li Ermenîstanê gotibû. “Top li alye Êrîvanê ye”.

Xandanyan destnîşan kir, ku ji aliyê Azerbaycanê ve her tim îhtîmala mezinbûna leşkerî heye û destnîşan kir, ku rayedarên Ermenîstanê ji bo, ku van xetereyan bi rêve bibin, her tiştî dikin.

Li gorî wî, Azerbaycan bi aktîvkirina nêzîkatiya xwe ya wêranker bi demê re hewl dide, ku rageşiyê bidomîne, ku ev bi kiryarên li Korîdora Laçînê diyar dibe. “Yekane rêya çareseriya pirsgirêkê zêdekirina zextên dîplomatîk e. Mijara Korîdora Laçînê jixwe di daxuyaniya 9ê Çiriya Paşina 2020an de hatiye gotûbêjkirin û, çareserkirin û Ermenîstan li ser mekanîzmayên nû yên têkildarî Korîdora Laçînê, wê danûstandinan neke. Ji aliyê reaksiyona navneteweyî ve me encameke baş bi dest xist, civaka navdewletî yekdeng e û pirsgirêk tomar kirine. Niha erka me ev e, ku em vê bersivê bi cih bînin. Mekanîzmayên guncav hene, divê hemû derfet bên bikaranîn:” got parlamentar.

Derbarê rewşa beşa Kornîdzor-Tegh de jî, wî anî ziman, ku divê her tişt were kirin, da ku yekparçeyiya axa Ermenistanê li vir neyê binpêkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button