PoliticsTop

Tevlîbûna Ermenîstanê di nav beşdarên tetbîqata “Defender 23” de bug bû: Pentagon

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniya çapemeniyê ya Pentagonê de bersiva pirsa servîsa ermenî ya “Dengê Amerîka” ya derbarê ketina Ermenîstanê di lîsteya welatên beşdarê tetbîqata “Defender 23”, da.

Di bersiva Wezareta Parastinê ya Amerîkayê de wiha hat gotin:

“Têxistina Ermenîstanê (di lîsteya welatên, ku beşdarî tetbîqata Defender 23 bûne) tenê bug bû, ku ji hêla ekîba navxweyî ya servîsa çapemenîyê ya Pentagonê ve hate kirin. Aliyê ermenî qet beşdarî tetbîqata “Defender 23” nebû û diviyabû di lîsteya beşdaran de cih negirta.

Hêjayî bîrxistinê ye ku duh Wezareta Parastinê ye Amerîkayê derbarê drbaskirina meşqa leşkerî ya bi navê “Defender 23” ku di 22ê Nîsanê de li deh welatên Ewropayê dest pê dike, agahî belav kiribû.

Ermenîstan jî di nav lîsteya welatên beşdarê tetbîqata leşkerî de cih girtibû, lê piştî çend saetan di nûvekirina peyamê de navê Ermenîstanê ji lîsteya welatên beşdar hate derxistin.

Hêjayî gotinê ye ku, li gorî Pentagonê, niha ji bilî Amerîka, 24 welatên hevpeyman û hevkarên Amerîka, ku Albanya, Bosna û Hersekê, Bulgaristan, Xirwatya, Komara Çek, Danîmark, Estonya, Fransa, Gurcistan, Almanya, Yewnanistan, Macaristan, Îtalya, Kosova, Moldova, Montenegro, Hollanda, Makedonyaya Bakur, Polonya, Romanya, Slovenya, Îspanya, Swêd û Brîtanyaya Mezin wê beşdarî tetbîqata leşkerî bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button