PoliticsTop

Rûsya bi tu awayî dev ji erkên xwe yên li hember Ermenîstanê bernade: Kopîrkîn

Hevkariya di navbera Rûsya û Ermenîstanê we di warê ewlehiyê de yek ji warên sereke yên hevkariya di navbera her du welatan de ye. Balyozê Rûsyayê li Ermenîstanê Sergey Kopîrkîn di hevpeyvîna xwe ya bi “Armeniatoday” re ev tişt got.

Kopîrkîn diyar kir, ku Rûsya bi ti awayî dev ji erkên, ku di çarçoveya peymanên pêwendîdar ên di navbera her du welatan de ne, bernade. “Bergeha leşkerî ya 102’yemîn xebatên xwe didomîne, hejmara hêzên me yên sînor zêde bûne, li herêmên sînorê Ermenîstan û Azerbeycanê noqteyên çavdêriyê hene. Helbet hêza me ya aştîparêz li Qerebaxê ji bo dabînkirina ewlehiya herêmê faktoreke girîng e. Mixabin dem bi dem daxuyaniyên rexnegir li dijî koma leşkerî têne kirin, lê ev yek rastiya, ku ev faktorek bingehîn e ji bo dabînkirina ewlekarî û şêwaza jiyana gelê Ermenî yên Qerebaxaê, betal nake. Niha j,î ku korîdor girtî ye, hêzên aştiyê di nehiştina qeyraneke mirovî de rolek pir girîng dilîzin, di gihandina pêdiviyên jiyanî û xwarinê de. Mirov dikare li dijî Rûsyayê, li dijî hêzên aştîparêz ên Rûsyayê hin îdiayan bike, lê hebûna Rûsyayê ji bo ewlehiyê û nehiştina aloziya rewşê faktorek pir girîng bû û dimîne:” Kopîrkîn got.

Kopîrkîn li ser mijara hevkariyên leşkerî-teknîkî yên di navbera her du welatan de destnîşan kir, ku ew qadeke hestiyar û ne giştî ye. “Ew bi kevneşopî bûye û beşek girîng a têkiliyên me yên dualî ye. Mekanîzmayên guncav ji bo misogerkirina hevkariyê di vî warî de hene. Di derbarê tetbîqatên hevbeş de, bi giştî, ev girêdayî plansaziya operasyonên leşkerî û bikaranîna hêzên çekdar ên hevbeş e. Ev pêvajoyeke gelekî hevpar e, ku di astên cuda de pêk tê û bi qasî ku ez dizanim, yekîneyên Ermenî û pispor bi rêkûpêk beşdarî çalakiyên bi vî rengî dibin:” balyoz got.

Wî got , ku li Komara Ermenîstanê baregeheke leşkerî ya Rûsyayê heye, komek hêzên hevbeş tevdigerin û helbet ev yek tê wateya çalakî û tetbîqatên hevbeş bi awayekî rêkûpêk. “Ez dixwazim zêde bikim, ku dema em behsa hevkariya leşkerî-teknîkî, tetbîqatên hevpar dikin, em vê yekê wekî faktorek dabînkirina ewlehiya komara Ermenîstanê û beşeke bingehîn a xebata me ya giştî ya ji bo parastin û xurtkirina ewlehiya herêmê dibînin:” Sergey Kopîrkîn got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button