PoliticsTop

Polonya plan dike ku tevlêbûna çavdêrên YE li Ermenîstanê berfireh bike

Di 3’ê Nîsanê de Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alen Sîmonyan heyeta bi serokatiya Serokê Koma Dostaniya Polonya-Ermenîstan Radoslav Fogîel qebûl kir.

Di hevdîtinê de geşepêdana dînamîk a peywendiyên her du welatan hate tomarkirin.

Serokê Meclîsa Neteweyî destnîşan kir, ku di têkiliyên navbera ermenî û polonî de hevkariya navbera meclisan formateke girîng e û bal kişand ser têkiliyên bi bandor ên komên dostên her du parlementan.

Di civînê de çendîn mijarên girêdayî ewlekariya herêmê hatin nîqaşkirin. Li ser hilbijartinên, ku wê di sala 2023’an de li Polonyayê bên kirin, hevkarên Polonî destnîşan kirin, ku ew ê bandorê li ser hevkarî û mijarên rojevê yên, ku bi Ermenîstanê re bên kirin, nebin. Bi taybetî hevkariya Ermenî-Polonya di çarçoveya Ermenistan-YE de hatiye taybetkirin. Hevkarên Polonyayê diyar kirin, ku ew Ermenîstanê weke endamekî malbata Ewropayê dibînin û gavên li welatê me tên avêtin dişopînin.

Her wiha aliyan girîngiyeke mezin dan peywendiyên avaker di navbera şandên parlemanî yên her du welatên dost di çarçoveya civînên navneteweyî yên parlemanî de.

Serokê Meclîsa Neteweyî, giringiyeke taybet da bicihkirina şandeya çavdêriya Yekîtiya Ewropayê li ser sînorê Azerbaycanê, ku ji aliyê ewlehiyê, dabînkirina aramiyê li navçeyê û avakirina baweriyê li ser erdê girîng e. “Em her weha dizanin, ku di nîvê vê salê de, Polonya plan dike ku tevlêbûna çavdêran di mîsyonê de berfireh bike:” got Alen Sîmonyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button