All NewsTop

Ararat Mîrzoyan dê bi serdaneke xebatê wê here Romanyayê

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 3-4’ê Nîsanê de wê bi serdaneke xebatê wê here Romanyayê.

Wezîr Mîrzoyan wê bi Wezîrê Karên Derve yê Romanyayê Bogdan Aûrêskû re hevdîtinekê pêk bîne û piştre wê wezîr civîneke hevpar a çapemeniyê li dar bixin.

Di çarçoveya serdanê de, Ararat Mîrzoyan dê bi nûnerên saziyên qanûndaner ên Romanyayê re jî hevdîtinên din ên payebilind pêk bîne.

Wezîr Mîrzoyan di hevdîtinên xwe de wê pirsên hevkariyên dualî yên Ermenistan û Romanya û hevkariya Ermenîstanê ya Yekîtiya Ewropayê, kêşeyên îstiqrar û ewlehiyê yên li Kafkasya Başûr û pisên din ên ku her du alî ne, binirxînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button