PoliticsTop

Metirsiya şerê li Başûrê Kafkasyayê rast e û ji berjewendiyên Ewropayê nayê: Rasmussen

Sekreterê Giştî yê NATO yê berê Anders Fogh Rasmussen metirsiya şer di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de di mehên pêş de dibîne. Anders Fogh Rasmussen di hevpeyvîna xwe ya bi Le Figaro re nêrînek wiha anî ziman.

“Metirsiya şerekî vekirî di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de di mehên pêş de rast e û kêm tê nirxandin. Tenê rêyek heye ku Qerebaxa bi Ermenîstanê ve girêdide û ew rê ji 12ê Kanuna Pêşinê ve hatiye girtin. Ji tiştên bingehîn bigire heya dermanan, tiştek derbas nabe li vir. Xelkê Qarabaxê li aliyê Ermenîstanê mane û nikarin vegerin malên xwe. Ev rewş dikare bibe sedema karesateke mirovî. Armanca dawîn dibe, ku paqijkirina etnîkî be, ku wê jiyana niştecihan ewqas tevlihev bike, ku dibe ku pir kes bi tenê deverê biterikînin. Min ji Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev re peyamek şand û banga rawestandina dorpêçê kir. Çawa ku tu carî, bersiv neda daxuyaniyên cuda yên civaka navneteweyî, bersiv neda min jî. Dadgeha navneteweyî jî Azerbaycanê mecbûr kir, ku dorpêçê rawestîne, lê dorpêç berdewam dike. Ez pabendbûna Emmanuel Makron a di vê mijarê de teqdîr dikim û hêvî dikim ku dewletên sereke yên Yekîtiya Ewropayê bi Fransayê re zextê li Serok Alîyev bikin:” Rasmussen got.

Li ser pirsa, ku ew behsa kîjan zextê dike, Rasmussen bersiv da: “Komîsyona Ewropayê û Azerbaycanê di warê enerjiyê de bi peymanan ve girêdayî ne. Eşkere ye ku piştî bidawîbûna gaza Rûsyayê pêdiviya me bi alternatîfan heye. Lê ev peyman dikare bibe bingehek hêja ji bo zexta li ser serokkomarê Azerbaycanê. Girîng e, ku em ji Bakuyê re bibêjin, ku berjewendiya me ya enerjiyê wê me neke, ku em ji karesatek mirovahî ya potansiyel dûr bin. Dibe ku Îlham Alîyev mîna Vladîmîr Pûtîn otokrat be, lê bi bawerîya min ew fêhm dike, ku eger ew wek hevtayê xwe yê rûsî di qada navneteweyî de bê îzolekirin, wê feydeyê nede wî. Ez wisa difikirim, ku Alîyev sînorên ku nayên derbaskirin bi berfirehî hesab dike, hiqûqa navneteweyî binpê nake. Ji ber ku dorpêçkirina Qerebaxê û herwiha êrîşên terorîstî yên ku di Îlona sala borî de li ser xaka Ermenîstanê hatin kirin û piştî wê jî hin herêmên Ermenîstanê hatin dagirkirin, binpêkirina qanûnê ye . Divê Yekîtiya Ewropa ji rejîma Alîyev re eşkere bike, ku ev binpêkirin nikarin bê ceza nemînin.”

Rasmussen anî ziman ku li gorî daxuyaniya sê alî ya 9’ê Çiriya Paşina 2020’an, Korîdora Laçîn di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rûsyayê de ye. “Min bi çavên xwe dît, ku leşkerên rê kontrol dikin. Ew gelekî nêzîkî cihê astengkirinê ne, lê tiştek nakin. Moskov ji bo pêşîgirtina vê rewşê tiştek nekir, çawa ku di meha Îlonê de, dema ku Azerbeycanê êrîşî Ermenîstanê kir, tiştek negot. Dibe, ku Moskova ji bilî wê yekê ku tu daxwaza alîkariya hevalbendê xwe yê dîrokî tune ye, ji ber ku bi tevahî li eniya Ukraynayê ye, firsend jî tune ye, ku bike:” wî got û zêde kir , ku bandora Rûsyayê li Kafkasyayê lawaz dibe.

Wî anî ziman, ku nakokiya nû ya li ber deriyê Ewropayê nikare ji bo wan sûdmend be. Li gorî Rasmussen, beriya her tiştî ew dikare enerjiyê ji bo Ewropayê bixe bin xeterê.

Di heman demê de Rasmussen di wê baweriyê de ye ku pasîfbûna Rûsyayê dikare were wateya hevalbendiya nefermî di navbera Rûsya û Azerbaycanê û her wiha di navbera Rûsya û Tirkiyê de.

Wî bang li Yekîtiya Ewropî kir, ku di demek dirêj de mîsyonek rasteqîn bişîne, da ku rastiyên belgekirî û piştrastkirî derbarê rewşa mirovî li Qerebaxê de pêşkêş bike.

Rasmussen diyar kir ku divê ji Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev jî were xwestin, ku beşdarî muzakereyên aştiyê bibe. Sekreterê Giştî yê berê yê NATOyê da zanîn, ku Serokwezîrê Ermenîstanê di vî warî de nermbûneke mezin nîşan daye û destnîşan kirye, ku maf û ewlehiya gelê Qerebaxê di serî de ye.

Wî bal kişand ser wê yekê, ku ji bo dabînkirina maf û garantiyên ewlehiyê yên gelê Ermenî yên Qerebaxaê, pêwîst e mekanîzmayeke navneteweyî were danîn, ku çavdêriya cîbicîkirina van garantiyan bike.

Li gorî Rasmussen, bêyî mîsyonek aştîparêz, ku wê bikaribe li ser xetera paqijiya etnîkî hişyar bike, ne pêkan e. Di vî warî de, wî bang kir, ku şandeke çekdarî ya navneteweyî bi erkê Neteweyên Yekbûyî re were şandin bo Qerebaxaê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button