All NewsTop

Nêzî 190 milyon dolar zerar li aboriyê ketîe. Rapora Berevankarê Mafên Mirovan a Komara Artsaxê

Di 21ê Adarê de, Berevankarê Mafên Mirovan a Komara Artsaxê raportek bi lez sê zimana li ser binpêkirina mafên mirovî yên yek kesî û kolektîf ên di bin bilokirina 100 rojî ya Komara Artsaxê ji alîê Azerbaycanê va weşandîe.

Bi awayekî berfireh û hûr gilî, bi rêya 100 xalan, daneyên binpêkirina 7 mafên kesan, 5 grûpên mexdûr û 4 mafên kolektîf ku kûrbûna krîza mirovî û siyaseta qirkirina Azerbaycanê li dijî gelê Artsaxê nîşan dide, tê pêşkêşkirinê.

“Ligel blokirna tamî, Azerbaycan bi qestî xebata asayî ya binesaziyên jiyanî yên Artsaxê: digire gazê, elektrîkê û ragihandinê têk dide, da ku aloziya mirovî ya jixwe girantir bike û êş û azaran bide ser gelê Artsaxê.

Berdewamiya blokirina Azerbaycanê, têkdana binesaziyên jiyanî, her weha bi rêkûpêk û berdewam êrîşên çekdarî û gefên bikaranîna hêzê, armanca wan paqijkirina etnîkî ya Artsaxê û tunekirina niştecihên ermenî yên xwecihî yên li Artsakhê bi tirsandina laşî û derûnî, afirandina şert û mercên bê tehemmul ji bo jîyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button