PoliticsTop

Ermenîstan layîqî alîk’arîya meye t’ame: Olîvêr Varhêlî

Bi h’esavhildana dak’ötana Ûr’isêtêye li Ûkraînayê- Ermenîstan h’alê giranda dîharbûye, çimkî mecbûre pirsa bêqezîabûnêda xwe bispêre welatekî, k’îdjan miqabilî welatê cînar agrêsîayê mîaserdike. Vê h’emtêk’stêda Ermenîstanê berê xwe berva Yektîya Avropayêva hinartîye- çawa hevalk’ara xweye h’îmlî. Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Oldîvêr Varhêlîyê avroqasidê bi pirsê berfirebûnê û cînartîyê gotîye- bi  pêþdahatina wexta e’ne’nekirina derheqa eleqetê YA-Ermenîstane þêwirxana Avropîda qewimî

“Bi h’esavhildana meh’kem pêþdaçûyîna pirsê dêmokratîyayê, azayê h’îmlî, serdestîya qanûnê û þer’k’arîya miqabilî kor’ûpsîaêda- Ermenîstan layîqî alîk’arîya meye t’ame. Hevr’aqayîlne’ma meye hevalk’arîya H’emt’omerî û berfirebûyî t’ivdîra qeyder’oja wergöhastinê Ermenîstanêye höndör’e. Ew idî dö sala zêdetire- lap nav qewatêye”,- avroqasid daye k’ivþê.

Olîvêr  Varhêlî serda zêdekirîye, wekî qewata plana YA-êye Malhebûnîyê û r’ik’inkirinaye berevnivîsara r’ik’inkirinê dîwanî û þexsîye 2,6 mlrd dolara zêdetir heye, û  idî berne’mê baþqe-baþqe Ermenîstanêda mîaserdivin- bi dayîna alîk’arîyê li pêþdaçûyîna sosîal-malhebûnîyê.

Bi bîranîna gotara eleqetê YA-Ermenîstan, k’îjan Andrêy Kovaçovê dêpûtatê ÞA t’emsîlkirîye, Varhêlî daye k’ivþê, wekî Ermnîstanêda hila hê gele kirin heye- warê meh’kema, þer’k’arîya miqabilî kor’ûpsîayê, berembertîya gêndêrîyê, p’arastina k’omê zedelêk’etinê û anîna xalifandina derekeye zevtêva girêdayî.

Varhêlî daye k’ivþê, wekî pey têr’adîtina mecalê YA-êye cezakirinêye miqabilî Ûr’isêtr’a t’öcarîfitildayîna YA-Ermenîstan zêdebûye, lê isa jî t’öcarîfitildayîna Ermenîstan-Ûr’isêt zêdebûye.

“Hilbet em p’evgöhastinê xweye diha întênsîve t’ev Ermenîstanê silavdikin- cîyê welêtî dinîanîgarîyêva girêdayî,  ew isa jî ij wan hevalk’ar welataye, k’îjanîr’a temê me heye em diha meh’kem bik’evne nav hevk’arîyê- derbazbûna r’ex mecalê cezakirinêr’a þerpezekin”,- ê avroqasid serda zêdekirîye.

Ewî binxetkirîye,  wekî YA diha çapik nav þöxölê k’omekê bide cotxeverdana navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda hatîye wergirtinê,  û Þar’l Mîþêlê sedrê þêwra avropî- bi alîk’arîya Toyvo Klaarê wek’îlê mexsûs, nav wê bi þexsî diha mot’ace.

Olîvêr Varhêlî daye k’ivþê, wekî navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda pirsê t’esmîlî  safîkirina leze p’ir’hejmar hene, ij k’îjana yek astenga cîlipata  bi sivdera Laçînêye, lê delîva 5-ê meha adarê da k’ivþê, wekî h’al neh’îyêda ya “hêsapêgirtinêye”.

Ê avroqasid isa jî derheqa r’esûltîya YA-ye bajar’vanîêye Ermenîstanêda xeverdaye, k’îjan dîna xwe dide cîda h’alê  bêqezîabûnê û derheqa wêda gotarê dide.

“Eva dîsa  qismekî konkrêt û cehwerîye nav cefê alîk’arîyê bidine pêvajoya e’dlayê navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda”,- Varhêlî xitimkirîye

Em bînne bîr- þêwirxana Avropî t’erefdar deng da qirara derheqa eleqetê YA-CE.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button