EconomicsTop

Microchip Technology eleqedar e, ku di bazara teknolojiya Ermenîstanê de projeyan bicîh bîne

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwaziya Alîkarê Serokê Şîrketa Teknolojiya Mîkroçîp a Amerîkayê Bryus Weyer û heyeta pê re kir.

Serokwezîr ketina şîrketa mîkroelektronîk “Microchip Technology” bo Ermenîstanê û hevkariya bi şirketa ermenî ya “Instigate Semiconductor” re, ku di çarçoveya wê de “Microchip Technology” şaxek xwe li Ermenîstanê vedike, pêşwazî kir. Nîkol Paşînyan destnîşan kir, ku geşepêdana sektora ITyê yek ji karên pêşîn ên hikûmeta Komara Ermenîstanê ye û di vê sektora stratejîk de geşbûnek berdewam tê tomar kirin.

Serokwezîr got: “Em girîngiyê didin tevlêbûna pargîdaniyên navdar ên IT-ê li bazara Ermenîstanê û amade ne, ku piştgiriyê bidin pêvajoya veberhênanê, ku wê geşbûna nûbûnên di aboriya me de teşwîq bike.”

Bryus Weyer spasiya serokwezîrê Komara Ermenîstanê ji bo nirxandina wî ya bilind kir u destnîşan kir, ku Teknolojiya Microchip bi pêkanîna bernameyan di bazara teknolojîk a Ermenîstanê de eleqedar e û plan dike ku di warên nermalava, hilberîna mîkroçîp, perwerdehiya sektorê de çalakiyan li derbaskin û tevkariyê bikin ji bo pêşveçûna ekosîstema teknolojî ya Komara Ermenîstanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button