EconomicsTop

Ermenîstanê herî zêde hinardeyî Rûsya, Îmarat û Çînê kir

Di meha Kanuna Paşin de Ermenîstanê herî zêde hinardeyî Rûsyayê kir: 354 milyon û 925,1 hezar dolar û li gor meha Kanuna Paşin ya par 5,2 qat zêde bû. Îmaratên Erebî yên Yekbûyî di warê hinardeyîê de di rêza duyemîn de ne: Di meha Kanuna Paşin de bi bihayê 46 milyon û 563 hezar dolarî kelûpel hatin hinardekirin ku li gorî meha Kanuna Paşin ya sala borî 14,1 qat zêde bû. Reza sisiya de Çînê, ku bi 40 milyon û 458,4 hezar dolarî li gor par ji 12% zêde bû.

Ji Ermenîstanê hinardeyî mezin jî bo Hollandayê hat kirin: 30 milyon û 175 hezar dolar, li gorî Kanuna Paşina 2022an ev nîşane 29,5% zêde bû. Hinardekirina Iraqê jî 25,5% zêde bû û bû 19 milyon û 563,5 hezar dolar.

Hhinardeyî bo cîranê Gurcistanê di Kanuna Paşina 2023an de 11,5% kêm bû û bû 6 milyon û 591,9 hezar dolar.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button