PoliticsTop

Divê mijara Qerebaxê bibe beşek ji pêvajoya aştiyê. Louîs Bono

Piştî hevdîtinên li Bakûyê, hevserokê Amerîkî yê Koma Mînskê ya OSCE, Şêwirmendê payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Amerîka ji bo danûstandinên Kafkasya Başûr Louîs (Lou) Bono Sêşemê gihişte Êrîvanê. Armanca hevdîtinên dîplomatên Amerîkî yên li her du paytext, weke ku Balyozxaneya Amerîkayê tekez kiriye, pêşdebirina pêvajoya aştiyê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ye.

Louîs Bono hevpeyvîneke taybet bi servîsa Ermenî ya “Azadî” li Êrîvanê kir.

Azadî”. – Serdana we
pêşê ye herêmê di demeke dijwar de ye. Gelo ev cure danustandineke rasterast e ku Waşîngton dike û gelo bi vî awayî, di atmosfereke wiha de, pêkan e?

Louis Bono. – Ez êvara
duşemê hatim Bakuyê. Û gava ku ez ji balafirê daketim, min xebera pir xemgîn a trajediya ku li Qarabaxê qewimî,bihîst. Lê ji bo min, ew tenê girîngiya mîsyona min, hewcedariya bidawîkirina vê pevçûnê xurt kir. Em tu riyeke din nabînin ji bilî ku em bi partiyan re, hem bi serokên Ermenîstanê û hem jî yên Azerbaycanê re, ji bo pêkanîna aşitiyê, aştiyeke mayînde û hevseng bi hev re bixebitin.

“Azadî”. – Hûnê bi navbeynkariya Rûsyayê têkiliyên Stepanakert-Bakûyê weke destpêka diyalogeke pêwîst bi nav bikin?

Louîs Bono. – Li ser diyaloga ku Federasyona Rûsyayê navbeynkariya wê dike ne rayeya min e.

“Azadî”. – Di wê rewşê de, gelo Amerîka amade ye ku navbeynkariya diyaloga navbera Baku û Stepanakert bike? Ger erê, bi kîjan kapasîteyê?

Louîs Bono – Rola me di vê pêvajoyê de ne navbeynkarî ye. Em ne li vir in ku metnekê ferz bikin, şert û mercan bixin stûyê her du aliyan. Tişta ku em hewl didin bikin hêsankirina aştiyê ye. Yanî em dixwazin alî bi xwe li ser metn û şertan tevbigerin û bi hev re li hev bikin. Divê ew bi hev re li ser wê bixebitin, ji ber ku her aştiyek mayînde, domdar û hevseng divê ji her du aliyan were. Ew nikare ji aliyekî sêyemîn , an jî ji derve were.

Azadî”. – Lê ez bi bîr bînim ku di van çend mehên dawî de Êrîvanê îddîa dike,ku mijara herî girîng ewlekarî û mafên Ermenîyên li Qerebaxê dijîn. Gelo Waşîngton difikire ku mekanîzmayek wiha ji bo misogerkirina vê yekê bide destpêkirin? Ger wusa be, vebijarkên gengaz çi ne?

Louîs Bono – Em difikirin ku ev pir girîng e. Ez înkar nakim. Ji bo peymaneke aştiyê ya bi îstîqrar, mayînde û hevseng hebe, divê Qerebax jî di nav xwe de bihewîne. Û em soz didin ku wê pêk bînin. Em girîngiya wê nas dikin.

“Azadî”. – Lê hun dikarin navê her mekanîzmayê bikin?

Louis Bono. – Ez niha ne rayedar im ku behsa mekanîzmayê bikim. Ez nû di vê postê de me, tenê çend hefte. Ev gera pêşêye , ku ez li herêmê me. Û ez piştî Munchenê beşdarî danûstandinên xwe yên yekem ên ligel alyan im.

“Azadî”. – Û dema ku hûn dibêjin ku pirsgirêka Qerebaxê wê di peymana aştiyê de xuya bibe, ez meraq dikim gelo Washington an aliyên Êrîvan û Bakûyê hay jê hene ka wê çawa bibe.

Louîs Bono. – Beriya her tiştî Qerebax wê bibe beşek ji pêvajoya aştiyê. Ez difikirim ku her du aliyan jî ev yek nas kirin. Lê wek min berê jî got, em ne li vir in, ku şert û mercan deynin ser ti peyman û rêkeftinekê. Girîng e ku alî bi xwe li hev bikin. Û em ê bi herdu aliyan re kar bikin. Serokomar Alîyev li Munchenê got, ku ewê kesekî ku bi nûnerên Qerebaxê re hevkariyê bike destnîşan bike. Ez difikirim ku ew jixwe hefteya borî qewimî. Û di axaftina bi min re jî got ku ew amade ye van gotûbêjan berdewam bike. Lewma em geşbîn in, ku em dikarin di wî warî de ligel alyann kar bikin. Lê ew ê ne hêsan be. Ji bo wê jî pêwîstî bi xebat û pabendbûna hemû aliyan heye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button