PoliticsTop

Aştiya kesên din, bi aştiya em dixazin, li hev nayê: Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan serdana xwe ya xebatê ya li Almanyaya Federal, bi hevdîtina bi nûnerên civaka Ermenî yên herêmê re bi dawî kir.

Serokwezîr di destpêka axaftina xwe de, li ser serdana Almanyaya Federalê axvî û diyar kir, ku ew vê serdanê bi bandor dibînin. “Me bi kansler û serokkomarê Almanyaya Federal re axavtinek vekirî kir. Armanca sereke ya serdanê ew bû, ku em nêrîna hevkarên me yên Alman li hember Komara Ermenîstanê baştir fam bikin, hewl bidin, ku helwestên me yên li ser çend mijaran bêtir nîşan bidin.

Bi gelemperî, ez dikarim bibêjim ku ez ê bi bandorên pir germ vegerim. Hevdîtin di atmosfereke dostane de derbas bûn, di serî de hevdîtina li Bundestagê, hevdîtina bi Koma Dostaniya Elmanya-Başûr Kafkasya ya Bundestagê re. Her wiha berî demekê me civîneke germ li gel nûnerên karsazan li derbas kir û duh jî civîneke baş a gel li Encumena Têkiliyên Derve ya Almanyayê pêk hat.

Bi giştî ez naxwazim encamên pêşwext bînim , lê tiştek diyar e, ku dema em li bûyerên piştî dorpêçkirina Korîdora Laçînê, biryarên Konseya Ewropî û herwiha daxuyaniyên hevkarên me yên di nav civaka navneteweyî, di têgihîştina nêrîn, helwest, pirsgirêkên me de hin guhertinek heye. Her weha, têgihiştina welatê me di Yekîtiya Ewropî de pir guherî.

Ez nikarim bibêjim, ku me îro ewlehiya welatê xwe garantî kiriye, bi taybetî di van şert û mercan de, ku erdhejên jeopolîtîk û çareseriyê çêdibin. Di van şert û mercan de, em di hawîrdorek pir xeternak de ne.

Lê ji hêla din ve, di heman demê de ramanek me heye, ku di warê birêvebirina vê hawîrdora ewlehiyê de çi divê were kirin. Rojeva aştiyê ji bo me pir girîng e. Em fêm dikin ku ew ji bo me ne çîrokek hêsan e. Em fêhm dikin, ku gelek metirsî hene, em fêm dikin ku bi navê aştiyê ne tenê girêdayî me ye, ne bi daxwaza me ye. Divê yên din jî bixwazin.Yên din jî dixwazin, lê aştiya hinekên din bi tu aştiyeke me re li hev nayê û hemû armanc û wateya pêvajoya dîplomasiyê ev be.

Bi giştî divê ez bibêjim ku em di serdemek pir dijwar û xeternak de ne. Ji bo derbaskirina kêşeyên heyî pêwîstiya me bi cidiyet û nermbûna herî zêde heye.

Pirsgirêkên me yên aborî kûr nînin, di warê ewlekariya navxweyî û demokrasiyê de pirsgirêkên me nînin. Gel xwedî maf û îmkana bijartinê ye. Pirsgirêkên me yên derve ne, pirsgirêkên me bi hawîrdora derve û ewlehiyê ve girêdayî ne û em van fikaran beriya her tiştî di platformên navneteweyî de parve dikin.

Di van şert û mercan de nûçeyên me yên baş nînin, lê di hawîrdoreke xerab de, mizgînî ew e, ku bala navneteweyî li ser Ermenîstan û herêmê ye û divê em karibin vê baldariyê ji bo bidestxistina çareseriyên mayînde û aştiya li herêmê bi kar bînin:” got serokwezîr.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button