
Li Cenevreyê di navbera Wezîrên Karên Derve yê Ermenîstanê û Îranê, Ararat Mîrzoyan û Huseyîn Emîr Ebdullahîyan de hevdîtin pêk hat.
Li gorî medyaya Îranê, Ebdullahîyan diyar kir, ku peywendiyên baş ên Tehran û Êrîvanê ji berjewendiyên hemû herêmê tê û zirarê nade tu welatekî. Wî got: “Em piştgirîya geşepêdana peywendiyên di navbera hemû welatên herêma Kafkasyayê de dikin, lê siyaseta me ya bingehîn ew e ku li dijî her guhertinên jeopolîtîk ên li herêmê ne.”
Ararat Mîrzoyan herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember siyaseta Îranê ya rêzgirtina li serweriya dewletên herêmê û neguhertina rewşa jeopolîtîk a navçeyê, nîşan da.