
Parlamenterên Ewropayê yên ku ji bo lêkolîna rastiyan hatin Ermenîstanê, wê agahiyan bidin hevkarên xwe û wê piştrast bikin, ku îro jî Korîdora Laçînê bi awayekî derqanûnî girtî ye.
Parlamenterên Parlamenta Ewropayê Sîlvî Guîllum û Fransua Alphonse di navbera 21-24ê Sibatê de li Ermenistanê bûn.
Parlamenterê Parlamenta Ewropayê Fransua Alphonse li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî, ku piştî sedsalekê Azerbaycan û Tirkiye xwe ji bo paqijkirina etnîkî amade dikin. Astengkirina Korîdora Laçînê ji bo Qerebaxê problêmek girîng e, sekinandina gaz û ceyranê, welat vala dibe, dagirkerî nêzîk dibe, piştgirî bidin gelê Ermenî.