PoliticsTop

Hikûmet pêşniyar dike, ku ji bo bangên dev ji serweriyê berdin, berpirsiyarî were danîn

Hukûmeta Ermenîstanê pêşniyar dike, ku ji bo bangên dev ji serweriyê berdin, berpirsiyarî were danîn. Alîkarê Wezîrê Dadê Levon Balyan, 21ê Sibatê di rûniştina Lijneya Daîmî ya Karûbarên Dewlet û Hiqûqê ya Meclisa Neteweyî de di dema nîqaşkirina pêşnûmeya guherandina qanûna tawanan de ev tişt got.

Ji ber vê yekê, kiryarên ku ji bo sînordarkirina tam an qismî ya serweriya Komara Ermenistanê bi şîdet an gefa bikaranîna wê, û her weha bangên giştî yên ji bo dev ji serweriyê berdin, wê bi cezayê sûc bêne hesibandin. “Li gorî qanûnên heyî ji bo van kiryaran berpirsiyariya ceza nayê dayîn. Di encama pejirandina guhertinê de, ji bo kiryarên ku bi tevahî an jî qismî sînordarkirina serweriya Komara Ermenîstanê armanc dikin, ji bo heyama 10-15 salan cezayê girtîgehê tê plan kirin:” got cîgirê wezîr.

Ji bo bangên ku dev ji serweriyê berdin, cûreyên cûda ceza têne dayîn: cezayê pere yan jî zindana kurt ji bo heyama du mehan, girtina heya sê salan. Balyan wiha got: “Her ji bo serlêdanên bi vî rengî berhemên, ku di raya giştî de tên nîşandan û teknolojiyên medya û agahdarkirinê bên bikaranîn, 2-5 sal cezayê girtîgehê li kesên binpêker re tê xwestin.”

Piştî nîqaşên dirêj û germ, însiyatîfa qanûndanînê encama erênî ya Lijneya Daîmî ya Meclisa Neteweyî stand.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button