PoliticsTop

Gilî derheqa t’ö ment’îqeke sivderêda pêþda naçe: Kopîrkîn: 24 Nyûz.am

K’oma dewsgirtîyê serekwezîrê Ermenîsîanê, Ûr’isêtê û Adrbêcanê, k’îjan pirsa derheqa bêh’esarkirina r’iya û binxeleqê malhebûnîyêye Qafqasîya Ce’nûbêda e’ne’nedike, derheqa t’ö sivderekêda, k’îjan t’opraxa CE-va derbazdive, e’ne’nenake, çawa p’ir’ cara alîyê ûr’isa daye k’ivþê. Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev 24nyûz.am-ê Sêrgêy Kopîrkînê sefîreyê Ûr’isêtêyî sirêder û wek’îlî Ermenîstanêda e’lamkirîye.

Em bînne bîr, wekî van xilazîya alîyê adrbêcanî pirsqisa t’ev Mîxayîl Boçarnîkovê sefîreyên T’Û-êyî Bek’ûêda belakirbû û wîva gilîk girêdabû, angorî k’îjanî “alîyê ûr’isa pirsgirêkê nav vekirina sivdera Zangêzûrê” navîne.

“Ez wexta wan hevr’axeverdana hazir nînnim, bi wê p’êþezan û dewsgirtîyê serekwezîrê h’ersê welata mijûldivin, lê semt’girîya ûr’isa çend cara hindava Alêk’sêy Ovêrçûkê h’emsedir, dewsgirtîyê meyî serekwezîr safî e’lamkirîye, wekî gilî derheqa t’ö ment’îqeke sivderêda pêþda naçe. Çi dimîne seva e’lametîyê sefîre, çiqasî ez haþpêheme, derheqa t’ö sivderekêda xevernedaye, lê- derheqa vekirina komûnîkasîayê neh’îêda”,- ewî gotîye

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button