All NewsTop

YE wê vê hefteyê şandeyeke 100 kesî bişîne Ermenîstanê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Lêyn re hevdîtin kiîer. Hevpeyvîn li ser gelek pirsên girêdayî hevkariya Ermenistan û Yekîtiya Ewropayê hatîe gotûbêj kirinê.

Nîkol Paşînyan destnîşan kir ku YE şirîkê sereke yê reformên sazî yên ku li Ermenîstanê tên kirin e û ji bo alîkariyên di vî warî de hatine kirin spas kir. Ûrsûla von der Lêyn pêvajoya reformên demokratîk ên li Ermenîstanê bilind nirxand û amadebûna YEyê ji bo berdewamkirina bernameyên piştgiriyê yên ji bo welatê me nîşan da.

Aliyan li ser projeyên ku li Ermenîstanê di çarçoveya plana aborî û veberhênanê ya Hevkariya Rojhilat a Yekîtiya Ewropayê de bên bicihanîn, nêrînên xwe dan hev. Di civînê de behsa rewşa niha ya herêma Kafkasya Başûr hatîe kirinê.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Lêyn li ser rûpela xwe ya twîtterê nivîsîbû ku Yekîtiya Ewropayê şirîkê dilsoz ê Ermenîstanê ye û dê li ser pêşxistina potansiyela bernameya aborî û veberhênanê ya YEyê bidome.

“Ez bi hevdîtina Serokwezîr Nîkol Paşînyan kêfxweş bûm. YE hevkarê dilsoz ê Ermenîstanê ye. Hefteya bê, YE dê mîsyoneke 100 endamî bişîne ku dê beşdarî aştî û aramiyê bibe.

Em pêşwaziya pêşketinên di pêkanîna reformên demokratîk de dikin û em ê potansiyela bernameya xwe ya aborî û veberhênanê bi pêş bixin.” – Ûrsûla von der Lêyn piştî hevdîtina bi Nîkol Paşînyan re nivîsîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button