PoliticsTop

Nûnerên Azerbaycanê bi milyonan dolar ji Bankaya Ewropayê dizîn

Banka Ewropî ya Nûavakirin û Pêşketinê (EBRD) li ser dosyaya sextekarî û gendeliyê têkildarî serokê nûneratiya Azerbeycanê ya di saziyê de dest bi lêkolînê kir.

Li ser deyndarên EBRD yên Azerbaycanê, Zamîn Alîyev û Kyanan Rasulov, ku rêvebiren hêla pargîdaniyên “GemZA Group” û “H&M AGRO” ne, rastiyên li ser sextekirina gelek belgeyên deyndêran ji bo beşa lêkolînê ya navenda EBRD li Londonê hatin şandin.

Hat dîtin ku her du deyndêr jî pereyên deynên ku ji EBRDê standine bi kar neanîne. Bi vî awayî xwediyê “GemZA Group” Zamîn Alîyev 14 milyon euro, xwediyê şirketa “H&M AGRO” Kyanan Rasulov jî 2,4 milyon dolar ji pereyên deyn standine. Her wiha, her du karsazên Azerbaycanê ji hemî berpirsiyariyên bacê dûr ketin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button