
Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Zaxoyê ragihand ku agir bi 3 çadirên di wargeha Çemişko ku xelkê Êzidî têde ne ket û 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Zaxoyê Ehmed Remezan li ser malpera xwe ya facebookê, ragihand ku agir bi 3 çadirên di wargeha Çemişko ya li Zaxoyê ku xelkê Êzidî têde ne, ketiye.
Ehmed Remezan da zanîn ku di encama agir de, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha diyarkir ku ziyanek zêde ya aborî jî bi malbatan ketiye.
Nehat zanîn bê ka agir ji ber çi bi çadirên Êzidiyan ketine.