All NewsTop

Li gorî peymana Pragê em amade ne ku peymana aştiyê îmze bikin. Paşînyan

Daxuyaniyên Serokomarê Azerbeycanê provokatîf in. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di 18ê Kanûna paşin da li Meclisa Neteweyî ev tişt gotîe.

Li gorî serokwezîr, li ser bingeha peymanên Pragê, Ermenistan hazir e ku peymana aştiyê îmze bike, lê daxuyaniyên Azerbaycanê berevajî peymanên ku hatine kirin. “Rêya herî baş ji bo aramkirina rewşa herêmê, dîtina çareseriyan bi danûstandin û siyasetê ye. Ji ber ku me amadekarî û berpirsyariya xwe girtiye ser xwe, em amade ne ku bi heman awayî berdewam bikin.”- wî diyar kir.

Paşînyan her wiha got, civaka navdewletî jî dide zanîn ku dorpêçkirina Korîdora Laçîn û daxuyaniyên êrişker ên Azerbaycanê li pêşiya pêkanîna aştiyê astengiyên nû derdixe. “Lê pirs ev e, kê gotiye ku ev yek ne ya xastina Azerbaycanê ye, ku bi van gotinên provokatîf pêvajoya aştiyê bi tevahî tê xwarê? Bersiva me ya ji bo wê divê asîmetrîk be. Yekem, dîplomasiya navneteweyî ya aktîf û xurtkirina kapasîteyên sazî û dezgehên dewletê yên di nava welêt de, ji rojeva reforman dernekevin, ji rojeva aştiyê dernekevin û dev jê bernedin.”- Nîkol Paşînyan anî ziman.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button