All NewsTop

“Em li benda berteka aliyê Azerbaycanê ne.” Ararat Mîrzoyan derbarê peymana aştiyê de

Di meha Kanûnê de, aliyê ermenî pêşniyarên xwe yên li ser peymana aştiyê ji Azerbaycanê re şand, lê hê jî tu bersiv nehatiye dayînêa.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan der barê pêvajoya aştiyê de jî bi bîr xist ku piştî girtina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, Ermenîstan beşdarî civîna Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan, Azerbeycan û Rûsyayê ya li Moskovayê nebûye. “Me difikirî heger hevdîtin pêk bahata gere me biaxiva ser  peymana aştiyê. Em ji ber sedemên diyar hevdîtin, lê di heman demê de me pêşniyarên xwe yên redaksiyonê pêşkêşî aliyê Azerbaycanê kirîe. Niha em li benda bersiva wan in. Wek qaîde heta niha pêvajo bi vî rengî dimeşe.” 

Mîrzoyan destnîşan kir ku fikrên ku dibêjin aliyê ermenî di pêvajoya aştiyê de rawestiyaye, asteng dike yan jî ne avaker e, şaş in. “Me pêşniyarên xwe şandine, divê ji aliyê Azerbaycanê ve jî bersivek hebe, heta niha nehatiye dayîn. Aliyê Azerbaycanê bêyî ku şert û mercên hevdîtinan çêbibin, nîqaşên li ser metna peymana aştiyê bi xwe rawestand û di heman demê de em li Korîdora Laçînê çalakiyên provokatîf jî dibînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button