EconomicsTop

Derfetên hemwelatiyên biyanî ku li Ermenîstanê kar dikin, wê berfireh bibin

Derfetên hemwelatiyên biyanî ku li Ermenîstanê kar dikin, wê berfireh bibin. Nivîskarê projeyê Gevorg Papoyan di rûniştina Meclîsa Neteweyî de pêşnûmeya guhertina qanûna “Biyaniyan” pêşkêş kir.

Parlamentar ev proje bi hewldanên hikûmetê, yên ji bo baştirkirina jîngeha karsaziya li Ermenîstanê rewa kir.

“Di van demên dawî de gelek rêxistinên biyanî tevî xebatkarên xwe koçî Ermenîstanê kirin. Û derket holê ku ger rêxistinên biyanî li vir nûnertiya xwe vekin, wê demê karmendên biyanî yên van rêxistinan li Ermenîstanê xwediyê destûra xebatê ne. Lê eger şaxek veke, ev tê wê maneyê ku destûra xebatê tuneye. Norma wê qanûnê xerîb bû. Derket holê ku nêzîkatiyeke cudaxwaz heye:” got Papoyan .

Wekîl destnîşan kir ku îro gelek welatiyên biyanî ji bo xebatê tên Ermenîstanê. Her wiha bal kişand ser girîngiya nirxandina polîtîkayên di vî warî de. Pêşnûmeya qanûnê jî ev e. Bi vî awayî wê hemwelatiyên biyanî ne tenê di nûnertiya rêxistinek biyanî de, lê di heman demê de di şaxek de jî kar bikin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button