
Wezîrê Dewletê yê Artsaxê Ruben Vardanyan li ser mîkrobloga xwe ya Twitterê nivîsî, ku Azerbeycanê piştî dorpêçkirina Korîdora Laçînê, ku zêdetirî mehekê ye, Ermeniyan neçar dike ku welatê xwe yê kevnar biterikînin, lê gelê Artsaxê, çi qas jî zor be, wê welatê xwe terk nekin.
“Rewş çiqas dijwar be jî em ê welatê xwe neterikînin. Ji bo mayîn û parastina axa xwe em her roj tercîhên dijwar, lê pêwîst dikin:” Vardanyan nivîsî.
Wezîrê Dewlet anî ziman, ku ev rêyek e, ji bo pêşîgirtina li pêvajoya windakirina Artsaxê û garantiya parastina cîhana Ermeniyan.