PoliticsTop

Li Ermenîstanê ji 1ê Kanûna Paşinê ve mûçeya herî kêm zêde bûye

Pêşnûmeya guherandina qanûna mûçeya herî kêm a mehane ket meriyetê û ji 1’ê Kanûna Paşinê ve mûçeya herî kêm wê bibe 75 hezar dram. Heya 31ê Kanûna Pêşîn a 2022an mûçeya herî kêm 68 hezar dram bû. Seroka Daîreya Kar û Xebatê ya Wezareta Kar û Barên Civakî ya Komara Ermenîstanê Jora Sarkîsyan destnîşan kir, ku zêdebuna mûçeya herî kêm, wê bibe sedema 30% zêdekirina mûçeyên xebatkarên sektora taybet û giştî .

“Bi taybetî tenê di sîstema dewletê de 28,5% mûçeyê karmendan, di sektora taybet de jî 31,5 % zêde dibe. Yanî kesên ku ji 68 hezarî heta 75 hezarî mûçe distînin, wê demê mûçeyê wan zêde dibe. Ji bilî vê, eger hemwelatiyekî berî bilindkirinê 75,000 an 76,000 dram distand, û karmendek din ku ji wan kêmtir, 72,000 dram distand, niha, piştî bilindbûnê, mûçeyên wan wek hev in. Û ji bo ku ew wekhevî neyê domandin, pêdivî ye ku mûçeyê karmendê ku 75 hezar dram mûçe
distîne were zêdekirin:” got Jora Sarkîsyan.

Nûnerê Wezaretê da zanîn ku mûçeya kêmtirîn saet jî zêde dibe. Kesên ku bi saetan an jî bi komîsyonê dixebitin û mûçeya wan bi rêjeya herî kêm a saetê tê hesibandin, piştre ji 1ê Kanûna Paşinê 2023an pê ve rêjeyên nû têne destnîşankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button