All NewsTop

Amerîka dê 60 milyon dolar alîkarî bide Ermenîstanê û 2 milyon dolar jî ji bo Artsaxê

Hevserokê Komîteya Karûbarên Ermeniyan a Kongreya Amerîkayê Frank Palone di nivîseke xwe ya li ser mîkrobloga xwe de ragihand, ku Kongreya Amerîkayê pêşnûmaya lêçûnên federalî pesend kiriye, ku li gorî wê 60 milyon dolar alîkariya aborî ya nedîtî ji bo Ermenîstanê û 2 milyon dolarên din ji bo karên pûçkirina mayînan ji bo Artsaxê.

“Ez kêfxweş im ku di pêşnûmeya lêçûnên federal de 60 milyon dolar alîkariya aborî ya nedîtî ji bo Ermenîstanê û 2 milyon dolar jî ji bo pûçkirina mayînan li Artsaxê heye. Ev ê alîkariya Ermenîstanê bike ku pêşkeftina xwe ya aborî, serxwebûna enerjiyê û serweriya qanûnê xurt bike,” Palon nivîsî e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button