PoliticsTop

Divê Azerbaycan dest ji astengkirina Korîdora Laçînê berde. Freedom House

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku piştgiriya xwe ya ji bo muzakereyên ne bi zorê piştrast bike. Azerbaycan jî divê ku dest ji astengkirina Korîdora Laçîn berde, ku rêya yekane ye ku Qerebaxê bi cîhana derve ve girêdide. Li ser rûpela Twitterê ya “Freedom House”, Rêxistina Mafên Mirovan a Navdewletî, tê gotin.

“Em ji ber agahiya, ku Azerbaycan careke din gaza Qerebaxê rawestandiye bi, fikar in. Freedom House bang li hikûmeta Azerbaycanê dike ku gazê bênavber bide xelkê herêmê: ” di daxuyaniyê de hatiye gotin.

Rêxistin daxwazê ​​ji welatên Koma Mînskê OSCE û aliyên danezana sê alî ya 9ê Çirya Paşina 2020an dike, ku ji bo dabînkirina maf û ewlehiya xelkê Karabaxa Çiya, di nav de azadiya tevgerê, gavên pêwîst bavêjin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button