
Wezîrên Parastinê yên Komara Ermenîstanê û Rûsyayê, Suren Papîkyan û Sergey Şoygu li Moskovayê civiyan. Şoygu bal kişand ser têkiliyên leşkerî-siyasî yên Ermenîstan û Rûsyayê. “Ermenîstan di RPEK de hevalbendê me ye û li Transkafkasyayê jî hevkarê me yê stratejîk e.
Em gelekî bala xwe didin îstiqrara herêmê û ji bo vê yekê hemû hewlan didin. Moskow bi taybetî girîngiyê dide pêşxistina hevkariya bi Erîvanê re û piştgirî ji bo zêdekirina potansiyela hêzên çekdar ên Ermenîstanê.”