PoliticsTop

Deklerasyona ku êrîşa Azerbeycanê şermezar dike hat îmzekirin

Di çarçoveya serdana xebatê de heyeta di bin serokatiya Serok Komarê Artsaxê Arayîk Harutyunyan de 9’ê Kanuna Pêşin
li Marsêlê bi rêveberiya herêmî re hevdîtin pêk anîn.

Serokê dewletê bi Martîn Vassal, serokê encûmena dezgeha Bouçes du Rhone re hevdîtinek taybet kir, paşê civîn bi amadebûna nûnerên Encumena Dezgehê bi awayekî berfireh berdewam kir.

Serok spasiyên xwe pêşkêşî amadebûyan kir, ji bo biryara pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên navdewletî yên lezgîn ji bo xelkê Qerebaxa Çiya, ku di 23êÇirya Paşina 2020an de di lûtkeya şerê li dijî Artsaxê de hatiye qebûlkirin.

Araîk Harutyunyan bal kişand ser wê yekê, ku îro jî bi awayekî aktîf parastina berjewendiyên gelê Artsaxê dikin.

Piştre bi Serokê Herêma Provence Alpes Kote d’Azur Renault Muselîer re hevdîtinek pêk hat.

Di hevdîtinê de, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş li ser şermezarkirina destdirêjiyên Azerbaycanê li ser Artsax û Ermenîstanê û piştevanîkirina ji mafên û bi taybetî mafê çarenivîsê gelên Artsaxê îmze kirin.

Hevdîtina din a heyeta di bin serokatiya Serokomar Harutyunyan de bi şaredarê Marsêlê Benua Payan re hat kirin.

Serkonsolosê Komara Ermenîstanê, xêrxwaz Vardan Sîrmakeş jî beşdarî civînan bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button