All NewsTop

Parîs wê her dem li kêleka Artsaxî û gelê wê be. Ann Îdalgo

Heyeta ku di bin serokatiya Serokkomarê Artsaxê Arayîk Harûtyûnyan de ku li Fransayê ye, bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re hevdîtin pêk anîe.

Di hevdîtinê da pirsên pêşxistina dostanîê navbera Artsax-Fransa û  çareserkirina kêşeyên Azerbaycan û Qerebaxê hatîe gotûbêjkirinê.

Arayîk Harûtyûnyan xebatên Ann Îdalgo yên ji bo parastina mafên gelê Artsaxê, piştgirîkirina têkoşîna ji bo naskirina navneteweyî ya serxwebûnê û her wiha parastina mîrata manewî û çandî ya Artsaxê li herêmên di bin dagirkeriya Azerbaycanê de, bilind nirxandîe. Serokomar herwiha spasiya endamên meclîsa bajarê Parîsê jî kir ku dengê erê dane biryara naskirina serxwebûna Komara Artsaxê.

Serok Harutyunyan tekez kir ku pêşvebirina peywendiyên navdewletî yek ji erkên sereke yên Artsaxê ye. Di vê çarçovê de serokê dewletê bal kişand ser giringiya berfirekirin û kûrkirina hevkariyên nenavendî yên bi navçe û bajarên îdarî yên Fransayê re û hêviya geşepêdana dînamîk a peywendiyên dualî kir. Şaredarê Parîsê teqez kir ku Parîs dê her tim li kêleka gelê Artsaxê û gelê wê be, mafên xwe yên çarenûsî û jiyana aştiyane biparêze.

Şaredarê Parîsê teqez kir ku Parîs dê her dem li kêleka Artsaxî û gelê wê be, mafên wan ên çarenûsî û jiyana aştiyane biparêze.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button