All NewsTop

Dezgeheke nû ya îstîxbarata derve wê bê avakirinê

Dê li Ermenîstanê serwîseke îstîxbarata derve bê avakirin, ku di bin desthilatdariya serokwezîr da eê kar bike. Hikûmeta Ermenistanê li ser pakêta pêşnûmeyên qanûna “Li ser Xebatên Îstîxbarata Derve û Xizmeta Îstîxbarata Derve” û qanûnên girêdayî wê nîqaş kirîe.

Alîkarê Wezîrê Dadê yê Ermenîstanê Grîgor Mînasyan di rûniştina hikûmetê de diyar kir ku di Wezareta Parastinê û Servîsa Ewlekariya Neteweyî de yekîneyên ku bi heman rengî wezîfeyê dikin hene, ev jî rengekî  leşkerî ye. Lêbelê, niha celebek nû ya xizmeta dewletê dê were çêkirin, ku dê ne xizmeta leşkerî be. “Dê derfet hebe ku desteya nû hatiye avakirin bi karmendên giştî yên ku di beşên din de kar dikin dagirtin, yên ku dê bi ezmûn, zanîn û pisporiya xwe beşdarî damezrandina dezgeha istixbarata biyanî bibin.” Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî anî ziman ku rêbazên îstîxbarata derve rastî guhertinên girîng tên û girîng e ku Ermenîstan li gorî şert û mercên nûjen karînên xwe pêş bixe. “Li cîhanê rê û formulên îstîxbaratê bi vî rengî pêş dikevin ku her tim têkiliya wan a rasterast bi xizmeta leşkerî ya cewherî re nîne, lewma di vî warî de me biryara avakirina îstixbarateke biyanî girtiye. saziyeke ku di bin banê Serokwezîr de ye.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button