EconomicsTop

Li Larsê 12 rêyên nû hatin vekirin

Li gor nûçeya “Alik Media”yê, Wezareta Veguhestinê ya Federasyona Rûsyayê ragihand, Rûsyayê 12 rêyên nû ji bo wesayîtên sivik li ser sînorê bejayî “Lars-Kazbeg” a bi Gurcistanê re dest pê kiriye.

Wezaretê diyar kir ku heta Tîrmeha îsal 12 rêyên ku ji bo kamyonan hatine diyarkirin hatine xebitandin.

“Ev tedbîr rê didin me ku em kapasîteya xala sînor zêde bikin, û heya dawiya salê tê plan kirin ku du rêyên din ji bo veguheztina barên qelebalix bê vekirin . Bi tevahî, jimara riyan vekirî wê bibe 39. Di encamê de, kapasîteya pêşbînîkirî wê rojane 2,5 hezar otomobîl, bi kapasîteya potansiyela 4 hezarî bibe.”

Li gorî wezaretê, di çarçoveya ji nû ve avakirina xala sînorî de, divê heta dawiya sala 2022’an xebatên sereke yên avakirinê û heta sala 2023’an xebatên mi temamî bi dawî bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button