
Li Ermenîstanê nêzî 700 serlêdanên penaberiyê. îsal jimareke rekor daxwazname pêşkêşî Dezgeha Koçberiyê hat kirin. Piraniya wan hemwelatiyên Ukraynayê ne. Hikûmeta Komara Ermenîstanê li ser vê yekê agahdar dike.
Li gorî biryara hikûmetê, hin komên ku li Ermenîstanê ketine nava rewşeke zehmet a jiyanê û statûya penaberiyê standin, ji bo 6 mehan wê 60 hezar diraman bistînin.
Nîşaneyên ku pergala penaberiyê li Komara Ermenîstanê di Kanûna Paşin – Îlona 2022 de diyar dikin: Ukrayna 367, Îran 73, Iraq 65, Kuba 42, Sûriye 12, Rûsya 12, Misir 7, Pakistan 6, Tirkiye 6, Afganîstan 5.