PoliticsTop

Bi Ermenîstanê re îhtîmala hilberîna çekan a hevpar dibînin

Balyoza berê ya Hindistanê ya li Ermenîstanê Rîna Pandey li ser gotintên ku Ermenîstan ji Hindistanê çek û cebilxane kirîne nirxand. Li gorî agahiyên “Armenpress”ê, Pandey li ser pirsa nûçeyên di çapemeniyê de yên derbarê firotina çekan bo Ermenîstanê de, wiha bersivand:

“Hemû welatan peymanên wan parastinê hene. Û pir xweş e ku yen me yek li vir heye. Û em dikarin li ser hilberîna çekan hevpar jî hevkariyê bikin. Di warê parastinê de ezmûna we heye, yen me jî hene, ji ber vê yekê em dikarin wê ezmûnê parve bikin,” Pandey got.

Balyozê berê yê Hindistanê li Ermenîstanê di bersiva pirsali ser hevkariya leşkerî de got, ku wê baş be, ku artêşa Ermenîstan û Hindistanê tetbîqatên hevpar pêk bînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button