PoliticsTop

“Bêhna pereyan tune”: Çima Papa û Vatîkan rexnekirina Bakûyê red dikin?

Nivîskarê Fransî Sîlven Tesson got ku di serdana xwe ya dawîn de bo Vatîkanê li ser vexwendina Serokomarê Fransayê Emmanuel Makron daxwaz ji Papa û wezîrê derve yê Vatîkanê kiriye ku navê Azerbaycanê weke êrîşkarekî li dijî Ermenistanê bînin ziman. Lêbelê Papa Fransîskî û wezîr bi eşkere ev daxwaz red kirin: Nouvelles d’Arme!nie dinivîse.

Li gorî rojnameyê, piştî çend rojan, çapemeniya Azerbaycanê ragihand ku Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, roja 24ê Çiriya Paşînê bawernameya Serpîskopos Marek Solçînskî, Nûnerê şandî yê Nû yê Dîwana Pîroz a li Azerbaycanê stand.

“Marek Solçînskî dibêje, Papa Fransîskî daxwaz kiriye ku silavên xwe bigihînin Serok Îlham Alîyev û Xanima Pêşê Mehrîban Alîyeva. Serokê dewletê bi xêrhatina beşdariya Azerbaycanê di vejandina şûnwarên dîrokî yên Vatîkanê de kir û ev yek wek alîkariyek bo diyaloga navçandî wesif kir. Balyoz diyar kir ku aliyê Azerbaycanê ji bo berdewamiya vî karî amade ye. Marek Solçînskî kêfxweşiya xwe ya ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Azerbaycan û Vatîkan de di warên cuda de nîşan da.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button