PoliticsTop

Li Ermenîstanê wê Wezareta Karên Hundir bê avakirin

Li Ermenîstanê wê Wezareta Karên Hundir bê avakirin. Hukûmeta Komara Ermenîstanê pêşnûmeya guhastina Qanûna “Derbarê Tevger û Xebatên Hikûmetê” pejirand.

Wezîrê Edaletê yê bi wekalet Grîgor Mînasyan da zanîn, ku bi avakirina wezareteke nû wê hem parlamenî û hem jî ji aliyê medenî ve li ser sektora polîsan kontrol bê kirin. “Wezareta Karên Hundir wê sê xizmetên sereke pêk bîne: polîs, servîsa rizgarkirinê û karûbarê koçberî û welatîbûnê.”

Li gorî Mînasyan, 5 qadên sereke yên fonksiyonel wê di wezaretê de bêne kom kirin: parastina nîzama giştî, pêşîlêgirtin û tesbîtkirina tawanan, birêvebirina rîska karesatan, koçberî û welatîbûn, rêveberiya rezervên dewletê û pirsgirêkên mirovî.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî destnîşan kir ku em ê bibin xwediyê polês û xizmetguzariyek nû ya standard, karûbarê xebatê wê zêde bibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button